Ji Serdoziya Komarê bo Muslim biryareke nû

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna teqîna daîreya bacê ya Enqerê de, derbarê endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim de biryara desteserkirinê da.

Hatibû îdîakirin, êrişkarê daîreya bacê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûye. Biryara dozgeriyê bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê hat şandin ku, di nav dosyeya radestkirinê de were bicîhkirin.

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag, îro da xuyakirin, wan daxwaznameya radestkirinê duh şandine Çekyayê. Balyozê Tirkiyê li Pragê jî da zanîn, dadgehkirina Mislim ji bo sibe hatiye paşxistin.

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim Duh 25ê Sibatê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Çekyayê ve hat desteserkirin û berpirsên TEV-DEMê desteserkirina Salih Mislim wek binpêkirinekê ji yasayên navdewletî re binav dikin.

Li aliyê din, parêzerê Salih Mislim da xuyakirin, polîsê Çekyayê hê jî dosyeya derbarê Mislim de neşandiye dadgehê û moleta binçavkirinê demjimêr 11'ê şevê temam dibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin