Ji Sedat Pekerî provakasyon: Rahijine çekan!

Sedat Pekerê tawanbarê serektiya rêxistineke organîzeyî ya sûcê, bang li peyrewên xwe kir ku piştgiriya Tifaqa Cûhmûrê bikin û her wisa rahijine çekan.

Sedat Pekerê ku tawanbarê serektiya rêxistina organîze sûcê ye û bi piştgiriya tifaqa AKP-MHP tê nasîn, li Ataşehîra navçeya Stenbolê di vekirinekê de bang li peyrewên xwe kir ku hem piştgiriyê bidin Tifaqa Cûmhûrê hem jî bibin çekdar.

Pekerî wisa axivî: "Em dînên vî welatî ne, canfedayên vî welatî ne. Ji vêga ve dibêjin em encamên YSKyê nas nakin. Li gor encamê, mirovan, partîyiyan daxine qadan. Armanca wan ev e ku endamên rêxistinên terorîst jî bixine nav an partîyiyan û welêt wêran bikin, bişewitînin. Leşker û polêsên me bihêz in lê zarên vî welatî jî dê kolanên vî welatî biparêzin."

Pekerî ku got çekên di dest mirovên 'qenc' de ewlehî bixwe ye û got ên derfetên wan hebin, çek, tifinga nêçîrê ên bi ruhset bikirin û teqez xwe amede bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin