Ji Rûsyayê daxuyaniyek li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê

Hikûmeta Rûsyayê ji ber rewşa rojhilatê Firata Sûriyê nîgeran e, ku li wir Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hinek ji xelkê herêmî bi piştevaniya Amerîkayê karûbarên herêmên xwe birêve dibin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, rewşa rojhilatê Firatê bûye sedema nîgeraniyê, ku roj bi roj zêdetir dibe û got, “Tişta ku rast jî ew e, ku Amerîka bi piştgirêdana li gel hevpaymaniya Kurdan herêmê kontrol dike.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi wê yekê kir, ew hewlên Amerîka û Kurd bo “avakirina rêveberiyeke taybet” li destûra niha ya Sûriyê nayê û encamên wê jî dê erênî nebin.

 

Zaxarova got, “Ew hewlên bo avakirina nîvdewletekê hemwelatiyên Ereb, Asûrî û Tirkmen ên li herêmê nîgeran dike.”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin