Ji rewşenbîrên Firansayê belavok: We çima gazî Erdoğanî kir

Vewxendina Erdoğanî bo rêûrêsma bidawîbûna Yekemîn Şerê Cîhanê, li Firansayê bû cihê nîqaşê. Gelek akademîsyen û rewşenbîr, siyasetmedar û saziyên sivîl belavokeke di rojnameya Le Monde de belav kirin û vexwendina Erdoğanî şermezar kirin.

Vexwendina Erdoğanî bo rêûrêsma bidawîhatina Yekemîn Şerê Cîhanê ku wê 11ê Mijdarê li Parîsê were lidarxistin, ji aliyê gelek akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û sazî û dezgehên sivîl ve hate şermezarkirin.

Di belavoka li rojnameya Le Mondeê de hatî belavkirin de bi taybet Qirkirina Ermaniyan ku ji aliyê Tirkiyê û Erdoğanî ve tê înkarkirin, derkete pêş.

Di belavoka ku tê de rexne li polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Kurdan û Kibrisê hatî kirin de hat gotin Tirkiyê cîhadîzm û antîsemîtîzmê gur dike û nefreta li dijî Îsraîlê zêde dike. 

Herwiha bale kişandin ser vê ku li Tirkiyê mafê azadiyê tê binpêkirin û Tirkiyê bûye mezintirîn zindana rojnamevanan.

Kesên vê balavokê îmze kirin, ji Mcronî xwestin ku rabigihîne ku beşdarbûna Erdoğanî ya  li vê rêûresmê naye wateya pejirandina van siyasetên Tirkiyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin