Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya Minbicê: Di destê me de belge hene…

.

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê, li ser bûyer û xwepêşandanên erebên Minbicê ku hejmarek kes jî hatine kuştin û birîndarkirin daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiyê bang li welatiyên Minbic û eşîrên wê kir ku nekevin xefka fitneyan û ewlehî û berjewendiya giştî biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di destê wan de belge hene ku hewildanên tevliheviyê yên rejîma Şamê û Tirkiyê ne û hat gotin: “Ji destpêka rizgarkirina Minbicê heta îro gelek alî hewl didin bi awayekî plankirî ji nû ve terorê zindî bikin û aramiya ku ji destpêka rizgarkirina wê ve peyda bûye têk bibin.

Rêveberiya Xweser herwiha da zanîn, xwepêşandanên aştiyane mafê gel yê rewa ye û ew tim bi gel re ne.

Di dawiyê de jî hat diyarkirin, “Di van du rojên dawî de şaneyên rejîma şamê û dewleta Tirk bi rêya van xwepêşandanan dixwazin aramiya heremê têk bibin û divê gelê me hşiyar be.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn