Ji Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevbeş: 8 DAIŞî hatin kuştin

.

Li nêzîkî Xurmatûyê, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî DAIŞê kir û hejmarek terorîstên rêxistinê kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî şikeft û cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Dawe yê ser bi Xurmatûyê ve kirin û encama operasyonê de, 8 çekdar kuştin û 2 otomobîl û 2 motorsîklet şewitandin.

Zanyarî didin zanîn, di operasyonê de balafir û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn.

Di dema borî de, tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û çend caran jî êrîşî sengerên Pêşmerge kiribûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye