Ji Pêşmergê û Hevpeymanê operasyona hevbeş

Hêzên Pêşmerge bi piştevaiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçûx ê li sînorê Mexmûrê li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek pêk anî.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Guwerê Sîrwan Barzanî ragihand îro şemiyê (30.06.2018) derdora seat 18.00 Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê operasyon kirine.

 

Sîrwan Barzanî diyar kir firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di operasyonê de hevkariya Hêzên Pêşmerge kirine.

 

Barzanî da zanîn ku di encama opeasyonê de 3 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termê wan jî ketine di destê Pêşmerge de.

 

(Rûdaw)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin