Ji Pentagonê vexwendina fermî; şandeke Pêşmerge diçe Washingtonê

.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon),  Wezareta Pêşmerge bo beşdarkirina "Konferansa Kombûn û Yekbûnê" ya ku dê li Washingtonê bê kirin vexwend.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand ku got şandeke ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma li ser vexwendina fermî ya Pentagonê bi heyeteke beşdarî konferansa li Washingtonê bibin.

Serbest Lezgîn got: “Konferansa Kombûn û Yekbûnê, ku dê di 13ê Îlonê de were lidarxistin, dê hefteyekê berdewam bike. Hevalbend û hevpeymanên  Amerîkayê dê beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de bûyer û geşedanên li herêmê dê werin nirxandin.”

Lezgîn diyar kir ku ew ê dê ji bo beşdarkirina civînê îşev bier bi Washingtonê bi rê bikevin û got ku ew şanda Wezareta Pêşmerge ji Cîgirê Serokerkanê Hêzên Pêşmerge Hoşmend Heyder Reşîd û Rawêjkarê Wezareta Pêşmerge Bextiya Mihemed Sadiq pêk tê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nûnerên Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Navxwe û herwiha saziyên ewlekariyê yên girîng dê beşdarî konferansê bibin.

Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de yek ji girîngtirîn hevpeymanên Pêşmerge ye. Di vê çarçoveyê de rêveberiya Washington perwerde, alav û piştgiriya darayî dide Wezareta Pêşmerge.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e