Ji Pentagonê plana şerê Îranê hat xwestin

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) bi zarê rayedarên Amerîkî îdia kir ku Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî ji Wezareta Berevaniyê (Pentagon) ji bo êrîşa dijî Îranê plana şer xwestiye.

Wall Street Journalê di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de da zanîn ku dezgeha Konseya Ewlekariya Netewî ya di bin serokatiya John Bolton de, mijara şerê Îranê daniye ser masê û ji Pentagonê jî daxwaza bijardeya şer kiriye.

Di nûçeyê de herwiha tê diyarkirin ku Pentagonê jî li ser daxwazê planên êrîşên Îranê ji Konseya Ewlekariyê re şandine, lê hîn nayê zanîn bê Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mijarê de agahdar e, yan na.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin