Ji Pedersen daxuyaniya Komîteya Destûra Sûriyê...

.

Nunerê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen, beriyan destpêkirina hevdîtinên Cenevê yên Komîteya Destûra Sûriyê daxuyanî da.

Pedersen berî gera pêncemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ku biryare sibe Duşemê (25.01.2021) li Cenevê dest pê bikin got: “Tevî ku ev 10 meh in li Sûriyê aramiyek çêbûye û di eniyên şer ên pêşî de hin guhertin çêbûne jî dibe ku rewş di her kêliyekê de were hilweşandin.”

Pedersen aramiya demkî ya niha bi lawazî bi nav kir û got, "Komîteya Destûrê nikare bêyî aliyên din kar bike."

Pedersen da zanîn, pêwîstî bi hevkariya navnetewî û danûstandinên rasteqîn heye û divê aliyên cuda bicivin û vê pêvajoyê bi pêş ve bibin û wiha axivî: "Eger ev îradeya siyasî nebe, dê gelekî zehmet be ku pêvajo (karên Komîteya Destûrê) bi pêş ve biçe."

Koma Biçûk a Komîteya Destûrê ku ji 45 endaman pêk tê, 15 nûnerên rêjîmê, 15 nûnerên opozîsyonê û 15 nûnerên civaka sivîl tê de hene û heta niha 4 gerên danûstandinan li Cenevê pêk anîne.

Gera çaremîn ku 4ê Kanûna 2020an hatibû lidarxistin, bêyî ti encam jê derkeve bidawî bûbû.


 

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî û Ehmed Şer axivîn
Brîtanya: Em piştgiriyê didin agirbesta li Helebê
Ebdulwehab Xelîl: Pirsgirêka neteweyekê bi tank û topan çareser nabe
Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê seferên Îranê betal kirin
Meclisa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Em dê bimînin û parastina taxên xwe bikin