Ji PDK-T bo bavê Şivan Perwerî sersaxî

Ji Navenda Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiyê, bo bavê Hunermendê Kurd Şivan Perwerî ku doh çûye ser dilovaniya xwe peyama sersaxiyê hate weşandin. Di peyamê de wisa hate gotin:

"19ê Meha Temuzê me nûçeya ku bavê hunermendê Kurd Şivan Perwer çûye ser dilovaniya xwe bihîst. Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê - Tirkiyê (PDK-T)  bi vê nûçeyê gelekî xemgîn bûn û ji dil û can em sersaxiyê ji malbata Şivan Perwer re dixwazin, sebir û aramiyê ji dost û hevalên malbatê re hêvî dikin. İnşeleh cihê vî bavê cefakar bibe bihuşt.

Bê vê boneye em PDK-T rewşa hunermendê hêja Şivan Perwer careke din di ber çavan re derbas dikin û bibir tînin ku hunermendê hêja nikaribû serdana dayik û bavê xwe bike. Ev rê li ber hatibû girtin. Şivan Perwer nikaribû biçe ser gora diya xwe û weke hemû kesan fatihayeke li ser dayika xwe bixwîne. Navê vê bûyerê zulm e, xedr e, ne mirovahiyê ye. Rewşa Şivan Perwer di rastiya xwe de rewşa miletê kurd di der. Zulm û zordariya li ser miletê kurd beriya her tişt ji bê dewletbûna kurdan xwîna xwe digire. Heke kurd ji weke miletên cîran xwedî dewleta xwe bûna, wê ew zulm û zordarî ewqasî tof nebûya.

Em yên ku bûne sersebebê vê yekê şermezar dikin û careke din sersaxiyê ji malbata Şivan Perwer re dixwazin.

Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiyê-Navend

19 07 2018"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin