Ji Paşînyanî peyama li ser Tirkiyeyê

Nîkol Paşînyan ê serokê mixalefeta Êrmenîstanê ya ku doh di parlamentoya Ermenîstanê de wek serokwezîr hatibû helbijartin di peyameke xwe de dibêje bê şert û merc em amade ne ku bi Tirkiyeyê re bikevine peywendiyan.

Paşînyanê ku îro çûye Qeredaxa Çiyayî, li wir di civîneke çapemeniyê de peyamên diyalogê şandin Tirkiyeyê.

Paşînyan di mesaja xwe de dibêje; Em amade ne bê şert û merc diyalogê bi Tirkiyeyê re deynin. Lê, divê Enqere, tu şert û merc li ser Qerebaxa Çiyayî ne de pêş. Ev helwest ne mantiqî ye. Eva bi dewletekî din re (Ezerbeycan) têkildar e.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin