Ji Parlamentoya Brîtanyayê li ser 'Kerkûk'ê civîna taybet

Sibê Parlamentoya Îngîltereyê derbarê êrişên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Londonê di wan bûyeran de civînekê taybet li dar bixe.

Li gorî nûçeya The Guardianê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê hikûmata Îngîltereyê ji bo civînê hatiye vexwendin.

Li gor îdîayên rojname ku li ser zimanê wezîrekî berê yê Îngîltereyê radigihîne, bi awayekê nerasterast destê Îngîltereyê di dagİrkirina Kerkûkê de heye û bi piştevanîkirina wê ji Hikûmeta Îraqê re di wê mijarê de, kurdên hevpeymanên xwe lawaz kiriye û alîkariya Tehranê jî kiriye ku desthilata xwe li Iraqê berfirehtir bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin