Ji PAK-Swêdê li ser hilbijartinê şevbêrkek

PAK-Swêd bi endam û dilxwazên xwe şevbêrekeke şêwrê kir. Bi gelek aliyan ve kar û xebatên di hilbijartinan de bê kirin hat nirxandin.

Doh (02.02.2019) êvarê li Stockholmê PAK-Swêd bi hin endam û dilxwazên xwe re şevbêrkeke şêwrê pêk anî. Seroka PAK-Swêd Seval xêrhatina beşdaran kir. Li ser çalakiyên hilbijartinan ku li Swêdê hatiye plankirin agahdarî da.
 

Di şevbêrkê de mijara sereke  hilbijartinên herîmî yên 31ê Adarê bû. Li gel hin rexneyan, pêşniyariyên ku di kar û xebatên hilbijartinan de bê kirin jî hate peyvandin. Gelek ji beşdarên şevbêrkê dîtinên xwe yên li ser hilbijartinan anîn ziman.
 

PAK-Swêd bi hevkariya PSKê re kampanyeke fireh a hilbijartinan daye ber xwe. Di 10ê mehê de paneleke înformatîf pêk tîne û 23ê mehê de ji bo piştgiriya namzedên serbixwe yên Platforma Welatperwer û Demokrat jî, şeveke li dar dixe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin