Ji Osman Baydemir û Leyla Birlikê re cezaya zindanîkirinê

Dadgeha Şirnexê biryara zindanîkirina parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir û Leyla Birlik da.

Li gor medyaya Tirkiyê, di rûniştina dadgehê de bi tohmeta binpêkirina yasayên kombûn û meşê, cezayê salek û 6 meh zindanîkirinê ji Osman Baydemir û Leyla Birlik re hatiye dayîn.

 

Di sala 2015an de ji ber beşdariya meşekê li Şirnexê ji bo nîşandana nerazîbûna li hember ragihandina qedexeya derketina derve li navçeyên Sûra Amedê, Kerborana Mêrdînê, Cizîr û Silopiya Şirnexê, li ser parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, Leyla Birlik, Alican Onlu, Ayşe Acar Başaran, ji aliyê Dadgeha Şirnexê ve doz hate vekirin.

 

Dadger di rûniştina doza Osman Baydemir û Leyla Birlik de cezayê salek û 6 meh zindanîkirinê da her du parlementerên berê yên HDPê û dosyeya herdu parlementerên din ên HDPê ji dosyeyên Baydemir û Birlik hatin cudakirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin