Ji Nûnerê Hevpeymaniya Dewletî banga Kampa Holê: Rewş metirsîdar e!

.

 Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê beriya civîna îro ya wezîrên derve yên welatên endamên hevpeymaniyê, ji bo çareseriyek ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin, bang li hevalbendên xwe yên Ewropî kir.

Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî John Godfrey ragihand, Amerîka bang li hevalbendên xwe yên Ewropayî dike ku çareyekê ji bo aloziya kampa Holê bibînin û niştecihên wê yên biyanî ji nû ve perwerde bikin.

John Godfrey got, li kampa Holê dora 2 hezar çekdarên biyanî li cem HSDê girtî ne û jimara malbatên wan jî zêdetirî 10 hezar kesan e.

Godfrey bibîr xist ku hebûna bi hezaran zarokên DAIŞiyan li kampa Holê, ji Washington û hevalbendên wê re bûye mijareke metirsîdar.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye