Ji Mustafa Özçelîkî bo Bavê Şivan Perwerî sersaxî

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta koça dawî ya bavê Hunermendê Navdar ê Kurd Şivan Perwerî, peyama sersaxiyê weşand.

Bavê Şivan Perwerî, Yunus Aygun şeva borî di 94 saliya xwe de li gundê Kayaliyê Wêranşara Rihayê çû ser dilovaniya xwe. 

Bi vê hilkeftê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelikî peyama sersaxiyê weşand.

Özçelikî di peyama xwe de wisa got:

"Sersaxî ji rêzdar Şivan Perwer re

Bavê Rêzdar Şivan Perwer ê Hozanê Welatperwer ê Kurd çû ber dilovaniya Xwedê.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cihê wî bihuşt be. Sersaxiyê ji Rêzdar Şivan Perwerî û ji hemû malbata wan re dixwazim.

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê"

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin