Ji mamosteyeke li Nisêbînê parvekirina nijadperestî li dijî Kurdî

.

 Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, mamosteya matematîkê Buşra Tarim a li Dibistana Amadehî ya Anadoluyê, ji ber peyama xwe ya li ser twittêrê ya li dijî Kurdî, bikarhenêrên medyaya civakî nerazîbûna xwe li hemberî wê nîşan dan.

Mamoste Buşra Tarim ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mamosteya matematîkê ye li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek li dijî Kurdî belav kir û hêvî kir ku tayîna wê derbikeve.

Buşra Tarim li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsandiye: “Xwedê, bila êdî tayîna min derbikeve. Tehemila min nema mirov bi Kurdî biaxivin.”

Ev peyama nijadperest a dijî zimanê Kurdî ya Buşra Tarim, li ser medyaya civakî rastî bertekan hat.

Buşra Tarim piştî bertekên li dijî wê, hesabê xwe twittêrê ragirt.

Bikarhênerên ku li ser medyaya civakî li hemberî Buşra Tarim nerazîbûn nîşan dane, ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê xwestin ku ew jî karê xwe bê dûrxistin.

Hat zanîn ku Buşra Tarim berî 3 salan li navçeyê Nisêbînê dest bi mamostetiyê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin
Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe