Ji Macronî bo Erdoğanî telefona Efrînê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî pêwendiyeke telefonî pêk aniye û hat diyarkirin ku Macronî nîgeraniya xwe ji rewşa mirovî ya li bajarê Efrînê nîşan daye.

Qesra Elyseeyê îro şemiyê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku "Macron di pêwendiyeke telefonî li gel Erdoganî de nÎgeraniya xwe nîşan daye ji ber rewşa mirovî ya li Efrînê û jê daxwaz kiriye ku divê rê bidinê da ku alîkarî derbas bibe."

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku "Macronî ji Erdoganî re gotiye ku şerê li dijî DAIŞa terorîst tiştê herî giring e ji bo Fransayê" û xwestiy ku hemû aliyên li Sûriyeyê "zûka rêzê li biryara rawestandina şerî bigirin".

Hêjayî gotinê ye ku Serokkomariya Tirkiyeyê ragihandibû ku Erdoganî ji hevkarê xwe frensî re aciziya xwe anîbû zimên ji ber "wan îdîayên ne-rast ên li ser operasyona Efrînê."
Erdoganî gotibû ku "ti bingehê wan îdîayên li ser Efrînê tine ne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin