Ji Kurdistanê bo Cîhanê: Vê dorpêçe rakin!

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ji bo rakirina wan dorpêçên ku Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê sepandine û bi taybet jî di mijara rawestandina geştên esmanî yên li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de, navbeynkariyê

Îro Duşemî 20 Mijdara 2017 Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de banga alîkariyê ji civaka navdewletî kir.

Li gor nûçeya Rûdawê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ji bo rakirina wan dorpêçên ku Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê sepandine û bi taybet jî di mijara rawestandina geştên esmanî yên li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de, navbeynkariyê bike.

 

Her wiha û daxwaz dike, ku demildest hewlên xwe dest pê bikin, “ji bo hilweşandina wan cezayên bi kom ên ku hikûmeta Iraqê bi ser gel û Hikûmeta Herêma Kudistanê de sepandiye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya sala 2018ê de bêyî şêwira li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxistina esmanê Herêma Kurdistanê û sînordarkirina geştên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê beşek in ji wan cezakirinên bi kom ku li dijî hevwelatiyan hatine ragihandin. Ew cezakirin bûne sedema rêgirtin ji hewlên alîkariyên mirovî û pêdawîstiyên rojane bo zêdetir ji 1 milyon û 500 hezar awareyan ku li Herêma Kurdistanê bicih bûne, ku bi hatina demsala zivistanê, gelek ji wan awareyan bêyî pêdawîstî û alîkariyên sereke dimînin, ku ji aliyê rêxistinên bi ser Netewên Yekgirtî ve û rêxistinên nehikûmî û navdewletî pêşkêşî wan dihat kirin.’

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin