Ji Koşka Sipî daxuyaniya hevdîtina McMaster û Kalın

Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê hevdîtina doh û îro ya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Korgeneral H.R McMaster û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin de ragihand, “Li ser rêbazên berfirehkirina têkoşîna dijî terorê hatiye axaftin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di hevdîtinan de behsa şirîkatiya berdewam ya bi Tirkiyê re hatiye kirin û xem û fikarên herdu welatan hatine gotûbêjkirin.

Koşka Spî ragihand: "Danûstandin li ser pêwendiyên hevpeymaniya Tirkiye-Amerîka, zehmetiyên stratejîk ên hevpar û herêmî hat kirin."

Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinên McMaster û Kalin de, hemû hurgiliyên têkiliyên herdu welatan hatine gotûbêjkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin