Ji Kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê

Sîrac Kirici

Ji Kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê


Birêz Diwan,
Rêzdar Komîteya Amadekar,
Spas ji bo vexwendina we.
Di van çend salên dawî de, kurdên diasporayê bi çalakî, xebat û tekoşînên aşitiyane bala raya giştî ya Ewropayê dikişînin. Bi taybetî di warê diplomasî û rêxistinakirina civaka kurdên diasporayê de, gavên girîng tên avêtin.
Yek ji wan gavên girîng, avakirina “Federasyona Nivîskarên Kurdistanê” li Diaspora ye. Heger ev dezgeh bi awayekî baş were rêxistinkirin, ewê karibe nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê di bin sîwana xwe de kom bike û yekrêziya neteweyî xurtir bike.
Îro li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê Miletê Kurd li dijî dagirkerî, neheqî û zilmê tekoşîna xwe didomîne. Lê mixabin ev tekoşîn her dem bi yekrêzî nayê meşandin. Bi taybetî li dervî welat, nivîskar, partî û dezgehên sîvîl û demokratîk pir caran ji hev cuda xebatên xwe didomînin.
Azadiya miletan bi yekrêzî 
tê bidestxistin. Mînaka herî girîng ji vê yekê re Başûrê Kurdistanê ye. Ji roja ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate avakirin, bi rêbazên aşitiyane û bi têkiliyên diplomasî bala raya navneteweyî kişandiye.
Îro dem dema avakirina dezgehên demokratîk, sîvîl û neteweyî ye. Ji bo vê armancê, avakirina “Federasyona Nivîskarên Kurdistanê “ li diyasporayê gelek girîng e. Divê ev federasyon bibe navenda hevbeş a nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybetî ji kurdên ku li diasporayê dijîn.
Ji bo serkeftinê, divê bername, destûr û biryarên vê federasyonê ji siyaseta partiyan cuda û serbixwe bin û xizmeta berjewendiyên neteweyî bikin.
Tecrubeyên berê nîşan didin ku bi xebatên teng, komên biçûk û parçe-parçe em nikarin berjewendiyên neteweyî biparêzin û doza xwe ya rewa bi Ewropiyan bidin qebûl kirin. Kordinasyona navendî, yekrêzî û hevkariya berfireh her dem encamên baştir derxistine holê.

Birêz Diwan,
Li Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin. Welatê me jî di bin bandora van bûyeran de dimîne. Divê em li hember van bûyeran bi dezgehên nûjen û rêbazên nûjen amadekariya xwe bikin.
Me bi hev re dit diaspora Kurd di bûyerên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên pratikî bingeha yekrêzî û tekoşînên aşitiyane avêt. Bi hişmendiya neteweyî û bi sloxana “Yek yek e, Kurdistan yek e” bala Ewropayan kişand. Di du salên dawî de li Almanyayê bi pîrozkirina Newrozê bingehekî xurt û navendî hate avakirin. Êdî herkes li Almanyayê navnişana xwe ya Newroza Navendî baş nas dike.
Divê hemû dezgehên me, bi taybetî Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li diaspora ji, ji hemû nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê re vekirî bin. Bi belavbûna nûçeya vê kongrê, gelek gili û gazincên nivîskarên Bakûrê Kurdistanê derketin holê. Divê di xebat û xwe bi rêxistinkirinê de deriyên me ji hemû nivîskarên Kurd re vekirî bin.
Tenê divê xetek me yi sor hebe.
Kesên rêzê li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bigrin û bê ku tedaxulî karên perçeyek din bikin, serweriya wan nas bikin û bi kêmanî mafê çarenûsê welatê xwe biparêzin, rêzê ji destur û bernamê bigrin karin berhemên xwe bibin şirigê vê xebatê.
Rêya serkeftinê ji yekrêziya neteweyî derbas dibe; yekrêziya ku di nav de pirrengî, pirdengî û nivîskarên xwedî helwest û perwerdeya cuda hebe.
Di encamê de, gotinên me yên dawî ev in:
Ji xebata diplomasî heta xebata çand û ziman, ji lobîkirinê heta avakirina dezgehên aborî û sîvîl, divê em xwe bi rêxistin bikin.
Ji bo vê yekê em qimetek mezin didin Kongra Federasyona Nivîskarên li diasporayê. Bi avakirina van dezgehan têkiliyên me bi Ewropiyan re xurtir û berfirehtir dibin. Ewê nivîskarên me êşa miletê Kurd û çirok û berhemên xwe bi awayekî azad binivîsin, êş û diroka me bidin naskirin.
Ji bo vê armancê, divê em di bin sîwanekî neteweyî de kom bibin ku temsîla hemû kurdistanîyan li diasporayê dijin bike.
Bi van hest û daxwaziyan, ji kongra we re serkeftinê dixwazin.
25.07.2026
Siraç Kirici-Niviskar û Endamê  Meclisa PWKê