Ji Komel, Goran û Hevpeymanî listeyeke hevbeş

Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê ji bo hilbijartinên li pêş ên Iraqê hevpeymaniyek pêk anîn.

Goran û Komela Îslamî û Hevpeymanî ev hevpeymanî taybet bi Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêk anîne û bi dixwazin bi lîsteke hevbeş beşdarî di hilbijartinên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî de bikin.

Lîsta hevbeş a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê bi navê “Niştiman” hatiye ragihandin.

Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê hêzeke nû ya siyasî ye ku li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û ji aliyê Cîgirê Duyemê Sekreterê Giştî yê YNKê yê berê Berhem Salih vet ê serpireştîkirin. Vê Hevpeymaniyê duh kongreya xwe ya damezrandinê lidarxistibû û têde Berhem Salih bi fermî weke serokê xwe hilbijartibû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin