Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya Gergerlioglu û doza girtina HDPê

.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê di koma partiya xwe ya parlamenê de derbarê vekirina doza girtinê li HDPê û xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu daxuyanî dan.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got ku ji ber twîtekê bi lez û bez parlamentariya Gergerlîoglu hatiye xistin û li ser doza girtina HDPê jî pirs kir: “Ev çi edalet e? Hema bilez bi bayê brûskê û bi fermanekê ji Serdozgeriya Komarê re dibêjin, vê partiyê derhal bigirin. Yên bi hilbijartinê hatine dîsa bi hilbijartinê wê biçin.”

Kiliçdaroglu li ser vekişîna ji Peymana Stenbolê ya navdewletî ku li hember tundiya li jinê û zarokan e jî berteka tund nîşan da û ji bo Erdogan got, “Em sibehekê rabûn yasaya ku ji bo yasaya bi yekdengiya parlamentoyê derketiye û wî bixwe jî îmze kiriye dibêje, min fesih kir. Te ji kê pirsî û şêwra kê stand? Te ji kîjan jinan pirs kir?”

Serokê CHPê herwiha li ser rewşa aborîyê û guhertina serokê Banka Navendî jî daxwaz kir ku kesekî serbixwe were ser bankeyê û li ser bilindbûna nirxê dolar dema karvekişandina serokê banka navendî got, roja înê 450 milyon dolar hatiye firotin, gelo firotine kê? Kî pê qezenc kiriye ev nayê zanîn û eşkere jî nakin.


 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest