Ji Karamollaoglu û Babacan şîroveyên li ser PYD û PKKê  

.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan û Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu civiyan.

Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina serokên her du partiyan de, Karamollaoglu li ser pirsa amadekariyên operasyoneke dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyên balkêş dan.

Serokê Saadetê bal kişand ser polîtîkayên rêveberiya nû ya Amerîkayê û got ku operasyon geşedaneke tê pêşbînîkirin e, lê ew nizane bê wê hikûmeta Tirkiyê li ser PKK û PYDê çawa nirxandinekê bike.

Karamollaoglu di wateya ji hev cudakirina PKK û PYDê de diyar kir, “Tê fikirîn ku PYD li wir bihêztir bibe, lê bibe pêkhateyeke ku ji Sûriyê neyê cudakirin. Dibe ku ev bûyerên terorê yên li Tirkiyê kêm bike. Tiştekî wiha bibe emê bi başî pêşwazî bikin.”

 Serokê Saaadetê di berdewamê de jî got, “Lê belê PYD heger li Rojhilata Navîn û Sûriyê bihêztir bibe, difikirim ku divê ev jî bi baldarî were şopandin.”

Serokê DEVAyê Alî Babacan jî bal kişand ser ku Tirkiye neçare hem bi Bexdayê re hem jî bi Hewlêrê hevdîtinê bike û got, “Heger ne wisa be, welatek bi tena serê xwe nikare pirseke bûye malê navnetewî ya wekî terorê çareser bike… PKK pêkhateyeke kronîk a bingehîn e. Divê niha ti welatek piştevaniya çalakiyên vê rêxistina terorî neke. Divê xeteke sor li ser deynin.”

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand