Ji 'herêma bêçek' a Îdlibê êrîşî rejîmê kirin

Hat îdiakirin ku ji herêma bêçek a ku bi çerçoveya peymannameya Soçiyê hatibû avakirin, êrîşî rejîma Sûriyê hat kirin.

Îro, mohleta vekişandina çekên giran a cîhadîstên radîkal bidawî hat. Lê îdiayên nakok jî ji Îdlibê hatin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di 10ê Cotmehê de ragihandibû pêvajoya vakişandina çekên giran ji herêma bêçek temam bûye. Lê komên radîkal ev yek derewandin. Fermandarekî komekî radîkal ji Sputnikê re got komên girêdayî Nûsrayê berê hinek çekên xwe yên giran vekişandibûn û dibe ku îro ev pêvajo were qedandin. Li aliyekî din ajansa Fransî AFPê bo wê rojê got heta piştî nîvro jî ti komên çekdar ji herêmê venekişiyane.

Her wiha Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê SOHRa ku nêzîkî rejîmê ye, îdia kir ku doh na pêr, hin komên cîhadîst, ji herêma bêçek b itopên hawan, êrîşî sengerên rejîmê kiriye.Serokê SOHRê Ramî Evdirehmen ji AFPê re got: Di encama êrîşê de 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin. Piştî vekişandina çêkên giran em cara pêşî dibînin ku peymanname bi awayekî eşkere hate binpêkirin. Diviyabû ev herêm, topên hawan jî tê de ji hemû çekên giran bihata paqijkirin.

Berê jî ji vê herêmê êrîş dihatin kirin lê cara pêşî cîhadîstan çekên giran bi kar anîn.

Çavlirê bû, ji 10ê mehê heta îro 15ê mehê çekên giran bi temamî ji herêma bêçek bê paqijkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin