Ji girtîgehê derket 2 jin kuştin

Platforma 'Emê Kuştina Jinan Rawestînin' ragihand ku di meha Gulana îsal de 37 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û destdirêjiya ser zarokan jî berdewam bûye.

Goksel Saglam ê ji girtîgehê bi destûr derket, çû mala xwe û hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdog bi çekê kuştin. 
 
Zilamê 47 salî Goksel Saglam ê ji girtîgeha servekirî bi destûr derket, li Taxa Koyîçî ya navçeya Çîglî ya Îzmîrê hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk a 42 salî û xwişka Çevîk, Fatma Akdog a 39 salî bi çekê kuştin.  

 
Li Tirkiyê di meha Gulanê de 37 jin hatine kuştin

Platforma 'Emê Kuştina Jinan Rawestînin' ragihand ku di meha Gulana îsal de 37 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û destdirêjiya ser zarokan jî berdewam bûye.
 
Platforma 'Emê Kuştina Jinan Rawestînin', rapora xwe ya meha Gulana 2019ê belav kir.
 
Li gor raporê, meha Gulanê 37 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û destdirêjiya ser zarokan jî berdewam e. Herwiha pênc bûyerên kuştinê jî wek mirina bi guman hatine tomarkirin.
 
Di raportê vê platform de hatiye gotin ku di meha Gulanê de herî zêde bûyerên kuştina jinan li bajarên Stenbol, Izmîr, Antalya û Kocaelî yên Tirkiyê çêbûne.
 
Li gor heman raporê, di piraniyan van bûyerên kuştinê de jî mêran çek bikar anîne.
 
Di raporê de tê gotin ku meha Gulanê destdirêjiya ser zarokan jî berdewam bûye û behsa cezanekirina tohmetbaran tê kirin û balê dikşîne ser wê yekê ku tohmetbar an jî tawanbar bê ceza dimînin.


 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê