Ji Fransayê daxuyaniyeke tund..Ger bê peytandin...

Berdevkê Hikûmeta Fransayê got, heger hate peyitandin ku rêjîma Esed bi çekên kîmawî êrîşî Dûmayê kiriye, Fransa dê berseveke giran bide.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Benjamin Griffo ji Radyoya “Europe1” re ragihand, heger hate tekezkirin ku rêjîma Esed bi çekê kîmawî êrîşî Dûmayê kiriye, Fransa dê berseveke giran bide.

Got jî, di pêwendiyekê de Serokê Fransayê Emmanuel Macon û Serokê Amerîka Donald Trump zanyarî bi hev guherîne, ew zanyarî jî tekez dikin ku çekê kîmawî bikar hetiye.

Roja 7ê vê mehê, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî bikar anî û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Şanderê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura di civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, nikarin nûçeya bikaranîna çekê kîmawî li Dûmayê piştrast yan red bikin.

Ji aliyê xwe ve, duh jî Serokê Amerîka Donald Trump got, derbarê êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilat di heyama 24 yan 48 demjimêrên bê de biryarên girîng derdikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin