Ji Fransayê bo cîbicîkirina agirbestê daxwazek

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku li gel hevkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov gavên cîbcîkirina biryara agirbesta li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Wezîrê frensî îro got ku "biryara Rusyayê ya danîna bêhnvedaneke mirovî bo 5 saetan li Sûriyeyê baş e lê baştir e ku ew 24 saetan dewam bike."

Herwiha Drianî xwest ku mekanîzmeyeke çavdêriyê ji bo agirbesta li Sûriyeyê were danîn.

Ji aliyê din ve, wezîrê frensî ragihand ku 5ê Adara bê dê serdana Îranê bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin