Ji Esadî daxuyaniya Emerîka û HSDê

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku tenê Artêşa Sûriyeyê şerê terorê dike û ew dê her bosta axa welatê xwe vegerînin bin desthilatdariya rêveberiya Şamê.

Esad di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke brîtanî diyar kir, aliyê sereke yê ku li Sûriyê şerê terorê dike Artêşa Sûriyê ye ku Rûsya û Îran piştevaniya wê dike.

Esed got: "Hebûna hêzên Amerîka û Brîtanya li Sûriyê nerewa ye û Amerîka, Fransa û Brîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hişt ku krîza Sûriyê dirêj bibe."

Serokê Sûriyê destnîşan kir ku beriya salekê wê krîza li Sûriyê were çareserkirin.

Esad li ser hişyariyên Amerîkayê yên bo Artêşa Sûriyê ku dibêje, nabe êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin jî got: "Em gelek giringiyê nadin wan gef û daxuyaniyan û em ê tevahiya xaka Sûriyê vegerînin bin desthilata xwe, ji ber ku ev erkekî niştimanî yê Sûriyê ye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin