Ji despotan yekîdin jî çû !

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Balkêşe ku evan despotan ji der û dorên xwe dersan nagirin anjî fêrnabin; ku ewan wê nikaribin heta hetayê zilm û zordarîyê li gel û hemwelatîyên xwe bikin! Anjî ewan belkî hemû tiştî baş dizanin û ji qûwet û qûdreta xwe bawerin ku hîç ti kes wê nikaribe pişta wan li ardêxê. Ha vaye niha ne tenê pişta Alî Khamenî li ardê xistin, ew paramparça kirin û binard jî kirin. Gelek ji hemwelatîyên wî bi kûştina wî kêfxweş û dilşadbûn û wan ev mizgînî bi stran û govend jî pîrozkirin, û eve bi xwe pêwîstbû rûyên despotan reşbikê û wan bi hetikênê; lê ew mîna gotina ku dibêt ”tifkirine rûyê beqê, lê beqê gotîye  baran têt” e ye. Bê goman Amerîka û Îsraîl armanc û hedefên xwe hene, balam wan dizanî jî ku bi milyonan hemwelatîyên Khamenî wê dilşah bibin û ewê bikevina ber bayê azadî û merovatîyê; lewra bi milyonan fars, kurd û gelêndin li Îranê û derveyî Îranê dibêjin SPAS AMERÎKA Û SPAS ÎSRAÎL û ewan ala yên van her dû welatan di mitîngên xwe de di hildin. Li vir gotineke sîyasetmedarekî tirk(Abdullah Gül) hate bîramin, ku bi mesela kurdî ve dihat girêdan: ”…eger em bi xwe meselê çareser nekin, ewê hinekedin ji derve bên û wê meselê hal bikin…”. Û eve tişte ku îroj li Îran çêbûyîye û berî bi çend salan heman tişt li Iraqê çêbû û belkî li derekedin jî heman tişt sibe çêbibê ye.                                                                                                                                        

Helbet evan despotan ne ku cahil û nezanin (her çiqas hinek ji kirîterên ilim û zanyarîyê wana naxê nav dereca ronakbîrîyê jî) lê îqtîdar/hikm/milk û mal/pere, wan dikê egoîst û menfaatperest û gel û hemwelatîyan piştgûh dikin û ewan her dixwin, dewlemendîyan didizin, direvênin derve yî welat û ji ne tiştekî dibine milyarder û qatilên bi hezaran kes û merovan. Hingî jî ewan dibine dijminên xweşî û hûzûra kesan, ji demokrasîyê nefret dikin û plûralîzma bawerî, partîyan û metodên cûde mîna terorîzmê dibînin û mûxalefetê jî weke maşikên Amerîka û Îsraîlê binav dikin.                                                

Li welatên ku awayekî demokrasîyê lê hebê her serê çar-pênc salan hilbijartin çêdibin û partî û cepheyên ku di dengdanande biserdikevin koalîsyonan/hûkûmetan avadikin û dikevina xizmeta gel û welatên xwe. Ê pekî li Rojhelata Navîn (mîsalen, ewan dewletên ku Kurdistan dagirkirine; Iraq, Îran, Sûrî, Tirkîye) rewş çawaye? Li van welatan kesin/ şexsin bi serên xwe/grûba xwe bi bîst salan, sih salan, çil salan hemî dezgeh, enstîtû û dewletê dixine bin destên xwe û wê mîna fabrîka xwe/xezîna xwe; bo xwe û malbata xwe bi awakî çetetî/mafyatî û bi barbarî dixwin, divexin, dikûjin û talan dikin.                     

Lê vaye Sûrî, Îran, Iraq îspatin ku evan despotan ya bi şelîtan tên xeniqandin, yan bi sîlah û drönaran tên kûştin û evan canawaran nikarin bi xwe dev ji hikm berdin,nikarin bê şer û kûştin hikm dewrî hinekedin bikin.                                                                              

Ezê vê nivîsa xwe bi gotinên pêşîyên me tewaw bikim:

”Geya di bin kevirande namênê” anjî ” wê her rojeke bindestan jî çêbibe”.  Û vaye li Rojava roj dihilê, li Rojhelat wê roj hilê, li Başûr ev demeke ku roj ji zûde hilaye û bûyîya mala milyonan kurdan, kurdên ji hemî Kurdistan û derveyî Kurdistan.       

Başûr bûyîye cih û warên kurdên bê xwedî û bê mal.