Ji Brîtanya, Fransa û Elmanyayê civîna li ser Îranê

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser mijara peymana nukleerî ya bi Îranê re de axivîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa serokwezîriya Brîtanyayê ve hat parvekirin de tê gotin ku "May, Macron û Merkel bi rêya telefonê bi hev re li ser meseleya Îranê axivîne.

Hat destnîşankirin ku: Di axaftinê de biryar dane ku peymana nukleerî ya bi Îranê hatiye îmzekirin, tekane rê ye.

Hersê seroka biryar dane ku pirsgirêkên bi Îranê re bi awayekî ku Amerîka jî di nav de be bi konsesusekî hevpar gere bê axaftin û bê çareserkirin.
 

Tê zanîn ku beriya demekê Donald Trump gotibû "divê peymana nukleerî ya bi Îranê re hatiyê çêkirin divê ji nûve bê guhertin, ger nebe em ê wek Amerîka jê vekişin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin