Ji bona ciwanên Kurd û bi taybetîyên li swêdê.

Bubê Eser

 

Berî her tiştî dixwazim dîyar bikin ku ciwan hebûne, ciwan jîyan e, ciwan pêşengê gelê xwe ne. Lewra jî divê ciwan li gor vê tevbigerin.

Dema em bi kuçe û kolanên ewropa ketin, em wê demê di temenê we ê niha de bûn. Me hemî dê û bavên we, me di temenekî biçûk de dest avêt mesela azadkirina gelê xwe. Di vê xebat û tekoşîne de, em hatin girtin, ketin zîndanên dagirkeran, me êşkenceyên bêhempa dît.

Herweha di nava wan êşkenceyên hovane de Gelek ji hevalên me hatin kuştin. Kesin sax man û neketin zîndanan ber bi welatên ewropa de revîyan. Me digot hema çawa rewş baş bibe, em ê vegerin, lê weha nebû û em êdî li welatê ewropa ji penabertîyê derketin bûne niştecihên ewropa.

Em yên nezewicibûn, bi temenê xwe ê mezin li ewropa zewicin, bûne xwedî zarok. Niha wan zarokên me di wî temenê me ê ku em sibê heta êvaran ji bona gelê xwe kar dikir de ne.Lê zarokên me niha li ewropa ango li swêdê çi dikin???

Ev pirseke girîng e. Piranîya me, em nebûn xwedî wê bîrewarîyê ku em jîyana xwe ji zarokên xwe re bêjin da ku ew baştir me binasin. Em nebûn xwedî wê zanyarîyê ku zarokên xwe jî bi hizra welatparêzîya ji bona gelê xwe kar bikin. Ew êdî bûne ewropî. Loma jî wan welatê xwe, dê û bavên xwe, berxwedan û tekoşîna wan fêr nebûn.

Heger ew fêr bûbana ango jîyana me ya wê demê bizanibîyana, wan ê îro bi awayekî din li xwe, li mesela gelê xwe, li orf û adetên xwe xwedî derketana. We yên kesên jêhatî kêrhatî, dê mesela kurd û kurdistanê li welatê hûn lê nebidana munaqeşekirinê. We yê lobî çêkirina da ku piştgirîya gelê we dê bihatakirinê.

Ev ne kêmanîya we ye. Ev kêmanîya me dê û bavan e. Me nexwest û naxwazin ser pêketîyên xwe, êş û elemên xwe yên ku em têde jîyana ji wan re bêjin.

Em difikirin ku em ê wan neêşînin, bila rehet bikin kêfa wan li cihi bin û bixwînin bibin tiştek. Ev jî temam lê dema bibin tiştek êdî ewê wî tiştî ji bona gelê xwe bi kar neynin. Li ku dijîn wê wî tiştî li wir bixe jîyanê.

Ji ber vê ez dibêjim, Ciwanên hêja, heger bavê we naxwazin serpêhatîyên xwe ji we re bêjin, hûn zorê bidin wan da ku wê jîyana ku em jîyanê fêr bibin. Dema hûn wê fêr bibin sedî sed hûn ê xwe biguherin. Hûn ê bikevin nava tevgerên kurdistanî û ji bona welatê xwe kar bikin. Xelaskirina şexsan helbet baş e, lê ew nabe azadîya welatekî.

Jibîr nekin ku heta welatê me, welatê we dagirkirî be, hûn ê jî li welatê xelkê ne weke ku tê xwestin hûn ê azad bin. Him hûn him jî welatê hûn lê, tim wê bi çavên bîyanîyekî/ê li we mêze bikin.

Ciwanên hêja ez dixwazim hûn vê yekê fêr bibin ku heta kurd nebin xwedî dewleta xwe û li welatê xwe bi awayekî azad nejîn, hûn ê jî he li welatên ewropa nerehet bin. Ew welatana tim wê bi çavekî bîyanî li we binêrin, ev jî heqê wan e. Bîyanetî zor e, xweşî û rehetîyên wê jî hene.

Heta hûn bikaribin wan xweşî û rehetîyan bixin xizmeta ji bona azadîya gelê xwe. Loma gelekî girîng e ku divê hûn berî yek bi yek zorê bidin bavê xwe da ku ew wan serpêhatîyên xwe, wan xebatên xwe, wan şer û pevçûnên xwe û sedema reva xwe ji bona we bêjin da ku hûn êdî me baştir binasin.

Jibîr nekin ciwanên hêja ji îro de destpê bikin û zorê bidin dê û bavê xwe da ku ew jî êdî destpê bikin û bêjin da ku hûn me baştir, vekirîtir û zelaltir binasin. Heta ku hûn wan serpêhatîyên dê û bavê xwe fêr nebin hûn ê kurdistanê jî baş nas nekin. Dereng jî mabe xem nake…