Ji bo ‘Watan'ê wan perçe nebe…….Nimêj

Dewleta Tirk ji bo mafê kurdan paşguh bike û bala ciwanan ji pirsa milî ya kurd û Kurdistanê dûr bixe her rê û rêbazan diceribîne

Midûrîyeta Giştî ya Hizmetê a Wezaretîya Werzîş a Gencan a Tirkiyê bi navê ”Ciwan di nimêja Sibehê de tên berhev” organîzasîyenekê li tevayîya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li dar xistîye û li Ameda Sûrê zarok û ciwanan birînê Camîya Mezin/Ulu ya nimêja sibehê.

Midûrê Hizmetê yê Werzîşa Wilayeta Amedê Mehmed Demir ji AA re gotîye,ku; girîng e ku ew him bi wateya îmanê û him jî li ser bingeha yekbûna welat û milet ciwanan bînin berhev.û falîyetên weha organîze bikin. Berdewamîya axaftina xwe de gotîye heta salekê dê falîyetên wan yên weha di camîyên cûda de dom bikin û ew ê ciwanên Diyarbekirê bi heskirina yek watan,û bi Quranê perwerde bikin.

Serokê Giştî yê Dîyaneta Tirkiyê Mehmed Gormez jî gotibû; Perwerdekirina dînî tevgerekê îslahê ye û divê ciwanên Kurdistanê bên îslahkirin!

Dewleta Tirk ji bo mafê kurdan paşguh bike û bala ciwanan ji pirsa milî ya kurd û Kurdistanê dûr bixe her rê û rêbazan diceribîne; hukimeta AKPê jî dîn û îman ji xwe re kiriye navgîn û misilmantîyê fêrî ewladên wî miletê dike ku ew milet ji wê zêdetir misilman e û îslametîyê dizane..
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin