Ji bo sîyaseta netewî bi ser bikeve divê em çi bikin?

Cano Amedî

Cano AMEDÎ

Dîrokê daye nîşandan ku ji bo serkeftineke mayînde, pêwîstî bi çand û hişmendîya yekitî û hevgirtina neteweyî, niştimanî heye. Divê hemû pêkhateyên neteweyî û niştimanî bi armancên hevbeş li hev bicivin û ji bo berjewendîyên neteweyî û niştimanî li ser stratejîyên hevbeş bixebitin.

Ev jî bi rêveberîyek baş, bi awayekî adil, şeffaf û berpirsyarî were rêvebirin, mumkun e. Hiqûq, azadî, demokrasî divê ji bo her kesî wekhev be û çanda hişmendîya netewî, niştimanî her guncav be. Divê aqilekî kollektîf û desthilatdar hebe.

Divê sîstemeke perwerdeyê ya ku nifşên nû ji bo sibêrojê amade bike hebe û di her beşên civatê de hişmendîya neteweyî bihûne. Ji bo wê jî pêwîstî bi perwerdeyeke bi kalîte, hevdem, netewî û domdar heye ku binhega sîyaseta netewî, li ser hîm û hişmendîya netewî sazbike.

Ji bo ev armanc bi ser bikevin, pêwîstî bi kar û xebatên piştgirîya saziyên çandî û zimanî, weşan û çalakîyên ku çand û zimanê neteweyî xurt dikin heye. Parastin û pêşve birina çand û zimanê neteweyî yek ji erkê netewîtîyê ye.

Ji bo sîyaseteke derve ya serkeftî divê pîvan pêşdebirin û parastina berjewendîyên netewî hebe. Di têkilîyên bi dewletên din re, divê berjewendîyên neteweyî bi awayekî aqilane û esasî bêne parastin. Ev jî bi rêxistinbûn û mobîlîzekirina hişmendîya netewî pêkan e. Hişmendîya sîyasî û beşdarbûna girseyî, divê di pêvajoyên sîyasî de çalak bin û xwedî agahdarîyeke baş a sîyasetê bin. Li gorî şert û mercên pêvajoyê bikaribin rîskan hilgirin. Di heman deman de bikaribin hêza diasporayê mobîlîze bikin û ji bo berjewendîyên netewî jê îstîfade bikin.