Piştî tewqîfkirina Hevserokên Şaredarîya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli di şûna wan de îro (1.11.2016) Qaymeqamê Etimesgut yê navçeya Enqerê Cumalî Attîla wek qeyyum hat destnîşankirin. Û alaya Tirk li avayîya şaredarîyê hatîye dalqandin.
Cumalî Attîla ji bajarê Elezîzê ye, berê cigîrêwalitîya Diyarbekirê kirîye.
Piştî derbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê, hukimeta AKPê 29 qeyyum tayînê şaredarîyan kiriye ku ji wan 27 şaredar yên HDP/DBPê ne.