Ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê fezlekeyên 'Kobanî' hatin amadekirin

.

Li ser bûyerên Kobaniyê yên 2014an ku ji nû ve dozname hatiye amadekirin, ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di nav de ye fezleke hatin amadekirin.

Li gorî ragihandina medya tirk, piştî doznameya nû ya bûyerên Kobaniyê ku navê 108 endam û rêveberên HDPê tê de derbas dibe hat pesendkirin, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser heman dosyeya lêpirsînê di derheqê de 9k parlamenterên HDPê de ku di heman demê de endamê Komîteya Navendî ya Rêveber a HDPê de ne, dosyeyên lêpirsînê amade kirin.

Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên HDPê de fezleke amade kiriye û rakirina parêzbendiya wan parlamenteran hatiye xwestin.

Kesên ku fezleke bo wan hatine amadekirin Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Cîgirên Serokê Koma HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Hakki Saruhan Oluç, parlamenterê Amedê Garo Paylan, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Wanê Sezai Temelli, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan û parlamentera Izmîrê Serpîl Kemalbay Pekgozegu ne.

Hat zanîn ku Wezaret Dadê ya Tirkiyê wê piştî nirxandina wan fezlekeyan bişîne ber destê parlamentoyê.
 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe