Ji bo Pêşketina Zimanê Kurdî  Em Karin Çî Bikin?

Nezîr Cibo

Gelek haval û dostên me yên kevin bi Tirkî dinivîsin. Her çiqas heya ji min tê bi kurdî binivîsim jî ez jî yek ji wanim.

Hinek havalên ku bi piranî li Ewrûpa dimînin vê helwestê bi tundî rexne dikin. Bê guman, ji bona pêş ketin û parastina zimanê kurdî ev rexne pêwîstin û di ciyê xwedene. Ez zanim ku hemu dil şewatê welat, ziman  û çanda Kurdîne. Bê guman  pêwîste ku her Kurdê welatparêz û netewehêz ziman û çanda Kurdî biparêz e û geş bike. Li hember asîmîlasyonê rexnegir û têkoşer be.

Lê ez car cara di van rexnan de vê kêmasîyê dibînim: şert û mercê welêt û Tirkiye ya îro nizanin anjî zanîn lê nadin berçav. Şert û mercên Kurdistana Bakur û Tirkî ne wek salên 70 û 80 an e. Wan çaxa Tirkî tenê di warên fermî de bû. Li mekteban û daîrên dewletê de bu. Em karîn bejin ku, li vandera jî  bi têrayî cî negirtibu. Li gundan, li sûk û kolanên bajaran Tirkî tunebû an pir kêm bû. Lê mixabin Îro şert û merc pir hatine guhertin. Erd û ezman bûye Tirkî. Li her qada jiyanê Tirkî heye. Bi arîkarîya çapemenîyê, medya dijîtal û her aletên ragîhandin û têkîldarîyê, dewlatê Tirkî  li hrr qada jiyanê kiriye zimanê sereke.  Ya herî muhîm jî di qada aborîyê û pazarê de hemen rewş liber çava ye. Yanî dewlet bi serketîye.

Sed mixabin îro piranîya dayîkên Kurda û zarokên wan bi Tirkî diaxivin. Belê, navê zarokên wan Şervan e, welat e,  Azat e, Serhildan e, lê piraniya wan livzek Kurdî nizanin. Û çaxê dibakin zarokên xwe yên li sikakan di leyizin, wiha deng dikin: "oxlim Serhildan, gel eve !"

Îcar çare çiye? Em çibikin ku zimanê Kurdî li bakur  pêş keve û bi tevahî têk neçe?

Bi ya min, yek çare heye:

Ew jî, pêwîste ku Kurdî bibe zinanê fermî û perwerdê. Ev jî bi du ewayî mumkine: 1. Bi dewletbûyîna miletê kurd. 2. Di nav sîstema  komara Tirkîde, bi xebat û têkoşîneke ciddi û jidil.

Bê şik diyare û dê herkes qebûl bike  ku pêk hatina xala yekem ne karê îro sibe ye. Pêvajoyek dûvdirêj û zehmet e. Eger em li benda dewletbûyînê  bimînin gerek ji nihade fatîhayek liser ruhê Kurdî bê xwendin.  Zimanê Kurdî ne di wê rewşê deye ku li benda dewletbunî bisekinê. Lewma divê em xala duyem ji xwere bikin armanc.

Bi ya min, ji xeynê ve pêve tu çareyên realîst tunenin.

Bê guman, ked û lepta  rewşenbîr, nivîskar û kesên ku liser ziman dixebitin û dinivisin muhîme û pir pîroz e. Çalekî û  kampanyayên ku bi pêşengîya van û derdorên neteweperest tên/werin lidarxistin elbet tiştên erênîne û pêwîstîn. Lê ev ne çareye. Heya ku Kurdî ne keve dibistan û Zanîngeha, heta ku Kurdî nebe zimanê pazar û ticaretê, ewê dibin tesîra asimilasyonêde roj bi roj têk here. Lewma ez  dinav sistema komara Tirk de tekoşîn û xebatek ciddî "realîst dibînim"  Belê raste,  Dewleta Tirk "...bekaya xwe li ser tunekirina neteweyê

kurd dibine û li gor wê tevdigere."

Lê dîse ez di wê bawerîyêdeme ku eger, siyasetmedar û welatperwerên Bakur bi hêz û ji dil, xebat û tevgera xwe organize bikin dê karibin gavna erênî bavêjên û her wiha  bidestxistina statûyeke erênî dê mumkin  bib e. Îro, Welatperwer û dilsozên zimanê Kurdî divê li gora vê yekê xebat û lepta xwe ji nûde organîze bikin. Wekî din, bi rexne û şermezar kirina kesên ku bi Kurdî napeyvin û nanivîsin ev mesele çareser nabe. Ez karim bêjim ku ev dilsozên zimanê Kurdî, bi her dubarekirina van rexna di çavên civakêde roj bi roj antîpatîk tên xuyakirin. Û hûn sax...