Ji bo Parlamenterê HDPê Adem Geverî 35 sal ceza

Dihê îdîakirin ku Geverî di axaftina xwe de "Pesnê çalakiyên şîdetê daye û propaganda rêxistinê kiriye

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, li ser axaftinek Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî, ku di sala 2015an de axifî ye, îdîanemeyek amade kirîye û pêşkêşî Dadgeha 2 yê Cezayê Giran a Wanê kiriye.

Dihê îdîakirin ku Geverî di axaftina xwe de "Pesnê çalakiyên şîdetê daye û propaganda rêxistinê kiriye û hewl daye yekparebûna welêt û yekîtiya dewletê xerab bike". Dozger daxwaz kiriye 35 sal ceza li Geverî bê birîn.

Adem Geverî serokê rêxistina Hereketa Azadî bû û di lîsteya HDPê de di hilbijartina 1ê Mijdara 2015ê de li Wanê hatibû hilbijartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin