Ji bo Necmedîn Kerîm biryara girtinê

Ji aliyê Dadgeha Kerkûkê ve, ji bo Necmedîn Kerîmê parêzgarê Kerkûkê yê beriya Kerkûk hate dagirkirin biryara girtinê hate dayîn.

Dadgeha Kerkûkê bi tohmeta sextebûna Projeya Helo ya Kerkûkê ji bo Necmedîn Kerîm biryara desteserkirinê derxist.

Dadger Sebah Mihemed ku biryara desteserkirina Kerîm îmze kiriye, her wiha di biryara xwe ya ku ji dadgehê derxistiye de dixwaze dest deynin ser mal û milkên Necmedîn Kerîm.

Dadgerê Kerkûkê Sebah Mihemed hefteya borî jî biryara desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derxistibû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin