Ji bo nasandina taşteya Wanê kampanya

.

Ji bo piştgiriya nasandina taştêya Wanê yekşema ewil a hezîranê "Roja Cîhanî ya Taştê" ye, lê ji ber ku di çarçoveya tedbîrên coronayê de roja yekşemê derketina derva qedexe ye, îsal ji şûna festîvalê roja taştê dê li ser medyaya civakî were pîrozkirin.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê (TSO) ku pêşengiya rekorê ya "sifreya taştê ya herî qerebalix" kir û Wan bi vê rekorê xist nav  Pirtûka Rekorên Guinnessê, dê di 6ê hezîranê de cara duyemîn çalakiyên “Roja Cîhanî ya Taştê” li dar bixe.

Waniyên ku li Wanê dijîn, yên ku li çar aliyê Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatan dijîn, dê wêneyên taştêya ku li malê amade kirine, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve bikin.

Çalakiyên "Roja Cîhanî ya Taştê" cara ewil par hatin lidarxistin û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenek parve kirin û piştgirî dabû çalakiyan. Îsal jî ji bo çalakiyan amadehî tên kirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKê li Parîsê civînên siyasî kir
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye: Em dê rûpeleke nû vekin
TUÎK: Xwekuştinên li Tirkiyeyê gihîştine asteke metirsîdar
Werzişkarê Kurd bû şampiyonê NAGAyê
Celadê Enfalê li xwe mikur tê