Ji bo kurdî axaftin hatin kêr kirin

Li bajarê Uşak a Tirkîyê 2 karkerên di înşaetê de kar dikin, ji ber ku bi Kurdî diaxivîn, tûşî êrîşekê bûn.

Li bajarê Uşak a Tirkîyê 2 karkerên di înşaetê de kar dikin, ji ber ku bi Kurdî diaxivîn, tûşî êrîşekê bûn. Êrîşkerên nîjdperest û faşîst, di cadeyeke qalabalix ya Uşakê de, bi kêran êrîş birin ser Eren Sömer (26) ve Ufuk Çelik (28). Di encama vê êrîşê de her du karker bi giranî birîndar bûn. Birîna wan xeter e û hîna jî di bin kontrola nexweşxaneyê de ne.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di vî warî de beyanekê derxist ku ; Ew vê êrîşa nîjadpererest ya li 2 karkerên gênc ên kurd hatiye kirin bi tûndî şermezar dikin û ji wan re şîfayê dixwazin û di beyana xwe de destnîşan dikin ku; ”Ev êrîşên vê dema dawî rûdidin, nîşana mistewaya nîjadperestîya xeter ya di nava civaka Tirk e. Hemû kes û dezgehên resmî û sivîl yên ku bi gotin, helwest û siyasetên xwe yên nîjadperest li dijî miletê kurd dijminatiyê geş dikin, berpirsiyarên van êrîşa ne.

Dewleta Tirk berpirsiyarê yekem e di van êrîşan de. Divê Dewlet zûtirîn wext rê li ber van hemû êrîşên faşîst û nîjadperestan bigir e. Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem van êrîşkaran bidarizîne. Heger vê yekê neke, dê miheqaq di qada nevnetewî de hesabê vê yekê bide.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin