Ji bo 'Firîna Bi Baskên Şikestî' çalakîya îmzeyê

Nivîskar Helîm Yûsiv bi çalakîyek romana xwe ya nû "Firîna Bi Baskên Şikestî" îmze dike.

Navenda Nûçeyan- Çalakî ji alîyê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Bochuma Almanyayê li dar dikeve. 7'ê mehê saet 14'an de Helîm Yûsiv li navendê dê pirtûka xwe îmze bike û ligel mêvanan sohbetek li dar bixe. Her wiha Rêber Hebûn ku pirtûkên rexneyî li ser roman û çîrokên Helîm Yûsiv amade kirine dê beşdarî çalakîyê bibe û ewê jî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv biaxive.

 

Ji bo yên bixwazin herin:

Navenda Lêkolînên Kurdî, Hochstrabe 3, 44866, Bochum, Almanya

Çavkanî: Dîyarname

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye