Ji bo Efrînê banga lezgîn..Efrîn bi qirkirinê re rûbirû ye!

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji bo rewşa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê banga bi lez kir û got: “Dakevin kolanan û li dijî Tirkiyê rabin ser piyan û Kurd, Ereb, biyanî her kes rabin, sibe dereng e.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji bo rewşa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê banga bi lez kir û got: “Dakevin kolanan û li dijî Tirkiyê rabin ser piyan û Kurd, Ereb, biyanî her kes rabin, sibe dereng e. Herwiha Hevseroka TEV-DEMê Asya Abdulla û Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif jî ji bo Efrînê banga Kurdên li tevahiya cîhanî kirin.

 

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ser hesaba xwe ya Twittirê ji bo rewşa Efrînê banga lezgîn kir û dibêje rewşa Efrîn ketiye qonaxek pir cidî û metirsîdar de.

 

Îlham Ehmed wiha dibêje: “Banga lezgîn ji her kurdekî li derveyî welat. Rewşa Efrîn ketiye qonaxek pir cidî divê her kes li kolanan be. Li dijî dagirkerya dewleta Tirk rabin ser pêyan rê li biryara qirkirina Kurda bigrin. Kurd, ereb, biyanî her kes rabin ser piyan sibe dereng e.”

 

Hevseroka TEV-DEMê Asya Abdulla û Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif ji Efrînê banga lezgîn li Kurdistaniyan û tevahî gelên cîhanê kirin ku ji bo piştgiriya Efrînê qadan bihejînin.

 

Hediye Yûsiv jî li ser rûpela xwe ya Twitterê ev bang kir: “Şerê li Efrînê her ku diçe girantir  dibe. Ji ber vê divê tevahî gel li li her derên cîhanê darkevin kolanan û li pêşiya saziyan navneteweyî yên ku li ser dewleta Tirk bi biryarin, her wiha li pêşiya sefaretên Tirkî û Rûsî çalakiyan li dar bixin.”

 

Asya Abdulla jî di banga xwe de got: “Divê her kes bi lezgînî û hewarî li hemberî qetlîam û qirkirinê ku jin û zarok jî di nav de ku li Efrînê pêk were rabin ser lingan û çalakiyan xurt bike. Dibe ku li Efrînê qetlîamên pir mezin bên kirin, divê ji bo wê her kesê li cihê lê rabe bikeve nava çalakiyan.”

 

Ev banga rayedarên Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro got:  “Niha leşkerên me ber bi Efrînê ve diçin, hindik ma ku bikevin Efrînê.”

 

 

 

 

 

Banga lezgîn ji her kurdekî li devî welat. Rewşa efrîn ketiyay qonaxek pir cidi dibe her kes li kolanan be. Li dijî dagirkerya dewleta turk rabin ser biya. Rê li biryara qirkirna kurda bigrin. Kurd ereb, biyanî her kes, îro zu sibe derenge

 
 
 

Rewşa şer li afrine girandibe .piwiste ku hemu milet li herderi derkeve kolanan u ber bi hemu navend u saziyen ser turkan bi biriyarin calekiyan bikin .her weha diji hemu sefaret u kunsulusen dewleta turk u ros işgalbikin .

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin