Ji Bexdayê şertên diyalogê

Ji Ofîsa Ebadî hate ragihandin ku bo destpêkirina diyalogê digel Herêma Kurdistanê, divê biryara hilweşandina referandûmê ya Dadgeha federalî bê naskirin û pirsgirêk di çerçoveya zagonê û yekîtiya Iraqê de bêne çareserkirin.

 

Piştî ku Dadgeha Federalî, encama referandûmê hilweşand, Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seîd Hedîsî ragihand, ew li benda Hikûmeta Kurdistanê ne ku di bin sîwana destûrê de dest bi diyalogê bikin ku divê pabendî biryara Dadgeha Federalî û yekîtiya Iraqê bin.

Digel rêzgirtina destûr û biryara Dadgehê, Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seîd Hedîsî tekez kir encamdana diyalogê girêdayî pêngavên hevbeş di warê mijara petrol û ewlehiyê û sepandina desthilata federalî ye.

(rûdaw)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin