Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê di mehekî de 5 gund li Kanî Masî hatin vala kirin

.

 Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê di mehekî de 5 gund li Kanî Masî hatin vala kirin. Rêveberê nahya Kanî Masî dibêje: ‘’Lijneyek bo qerebû kirina xelkê zerermend yê nahya Kanî Masî hatiye pêkanîn.’’

Rêveberê nahya Kanî Masî ya ser bi qeza Amêdiyê Serbest Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lijneyek bo qerebû kirina xelkê 7 gundên nahya Kanî Masî pêkhatiye. Ew hemwelatiyên ji ber şerê li gundê Ednê, Sereru, Kêste, Çelka Nesara, Dişîşê, Qumrî û Çelka Musilmanan rastî ziyanên darayî hatine dê bên qerebû kirin. Lijneyek ji bingeha Huba çandinê li Kanî Masî û bingehên polîsên Kanî Masî û Daristana Kanî Masî li gel bajêrvaniya Kanî Masî hatiye pêkanîn. Her kesekî rastî ziyanê hatiye formekî bo tê çêkirin û kar li ser dê bê kirin ji bo parêzgeha Duhokê dê bê bilind kirin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Ew cîhên lijneyên qerebû kirinê ji ber şer nikarin biçin jî em şahidên bûyeran ên dîtine dê ji wan gote wergirin, li gel muxtar her ziyanek geheştiye hemwelatiyan dê bê tomar kirin.’’

Serbest Sebrî got: ‘’Tenê di mehekî de her roja operasyona Tirkiyê destpê kiriye heta naha 5 gund hatine vala kirin. Xelk têde nemaye û heta 5 hezar donimên daristan, jînge û darûbarên hemwelatiyan hatine şewitandin û hemwelatî zerermend bûne.’’
 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn