Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê 800 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne

.

Di 8 mehan de, 165 êrîşên asmanî, 274 guletop, 6 êrîşên serzemîn hatine kirin 

Ji ber şer û pevçûnên artêşa Tirkiyê û PKKê ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 800 gundan vala bûne û bê xizmet mane.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de ragihand, şer û pêvçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiya de li sînorê Başûrê Kurdistanê, bûye sedema koçberbûna bi sedan welatiyan û ziyan gihîştiye can, mal û milkên wan.

Aşkere kir jî, ji destpêka îsal û heta meha Tebaxê ve, 165 êrîşên asmanî, 274 guletop, 6 êrîşên serzemîn hatine kirin, di encamê de zêdetir ji 800 gund vala bûne û bê xizmet mane.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir, ti aliyekî niştimanî yan navdewletî destpêşxer nebûne ji bo gihîştina bi encamekê, ji bo qerebûkirina wan welatiyên ku mal û milkên wan wêran bûne.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwaz kir jî, şer û aloziyên li navçeyên sînorî bi dawî bibin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye