Ji ber nakokiyên hin aliyên Şîe budçeya giştî ya Iraqê nehat pesendkirin

.

Ji ber nakokiyên hin aliyên Şîe û tekezîkirina li ser daxistina buhaya Dolar, li Parlamentoya Iraqê projeyasaya budçeya giştî ya sala 2021an nehat pesendkirin û civîna Parlamentoyê heta demeke nediyar hat paşxistin. Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, li ser Twittera xwe diyar kir: “Careke din Parlamentoyê nekarî projeyasaya budceyê ji ber nakokiyên siyasî, mezhebî û netewî pesend bike.”

Sedir herwiha daxwaz ji aliyan kir, nakokiyan bidin aliyekî û di zûtirîn demê de wê pesend bikin û careke din neyê derengxistin.

Beriya demekê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad di konferanseke rojnamevanî de diyar kiribû, pişka Herêma Kurdistanê ji budçeyê, li pêş pesendkirina wê ne astengî ye, belkî pirsgirêk di navbera aliyên din ên Iraqî de heye.

Her çend e biryar bû şeva borî Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina projeyasaya budçeya Iraqê ya ji bo sala 2021an biciviya, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên Iraqî de, careke din civîna Parlamentoyê hat paşxistin.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin