Ji ber krîza aborî 4 kesan li Tirkiyê xwe kuşt

.

 Li Tirkiyê ji ber krîza aborî ku her diçe kûr dibe, lewra mirov nikarin debara xwe bikin û ev neçarî jî rê li ber xwekûştinê vedike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 4 çar parêzgehên cuda di nav du rojan de 4 kesan ji ber hejariyê xwe kuştine.

Li Taxa Fatihê ya Hatay a Tirkiyê, roja 2ê Gulanê welatiyekî ji ber hejariyê xwe ji qata 8an avêt xwarê û canê xwe ji dest da.

Roja 1ê Gulanê jî dikandarekî kokoreç firoş ê bi navê Murat Gumuş li bajarokê Mutê ya Mersîna Tirkiyê ji ber nebûna mişteriyan, li ser hesabê xwe yê medya civakî gazinên xwe kiribû û piştre jî li ber malê xwe bi darve dike û dawî li jiyana xwe tîne.

Murat Gumuş li ser medyaya civakî wiha derbarê rewşa xwe de nivîsiye: “Ev çend roj e kes nayê dikana min û ez tiştekî nafiroşim. Ma qey dema ez bimrim hûnê werin ser gora min.”

Bûyerek din a xwekuştinê duh Yekşemê 2ê Gulanê li bajarê Izmîrê li rojavayê Tirkiyê çêbûye. Erdal Şenozpakê ku xwediyê qehwexanê bû li cîhê kar xwe kuştiye.

Li gor agahiyan Şenozpak bavê 2 zarokan bû û ji ber nikarîbû kirê û deynê xwe yê bankê bide, bi demançeyê gule li ser dilê xwe daye û li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Herwiha li parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê jî ciwanekî temen 22 salî yê bi navê Şeyhmûs Turfan xwe kuşt. Li gor agahiyan, wî ciwanî duh 2ê Gulanê li serşoka malê dawî li jiyana xwe aniye.

Cenazeyê Turfan piştî ku jibo otopsiyê radikin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat veşartin. 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin