Ji ber bombebarana Tirkiyê ya li Kanî Masî hemwelatiyek birîndar bû

.

Hemwelatiyekî sînorê bajarokê Kanî Masî ya ser bi Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, ji ber bombebaranekî artêşa Tirkiyê birîndar bû.

Rêveberê bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemwelatiyekî bi navê Remezan Elî yê temen 60 salî û xelkê gundê Hirur ji ber parçeyên mûşekên artêşa Tirkiyê lê ketine birîndar bû.

Herwaha karmendê binkeyê tenduristiya nahyeya Kanî Masî Ehmed Ednî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li binkeyê tenduristiya Kanî Masî çareseriya destpêkê bo wî birîndarî hatiye kirin û piştre ew ji Zaxo re hatiye şandin.’’

Çend rojên borî de jî 3 hemwelatiyên din ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin